Serdozgeriya Enqerê hikmê girtina 70 leşkerî û polîsan da
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo 70 leşkerî û polîsên Tirkiyê biryara binçavkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê îro di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Fetullah Gulen (FETO) da der barê 70 polîs û leşkeran ku hîn 7 kes ji wan li hêza deryayî û garda beravê dixebitin biryara binçavkirinê derxist.
Li gor daxuyaniya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê belav kiriye ji van kesana 26 kes hatine girtin û operasiyon bona girtina yên din berdewam dike.
Li Îzmîrê jî rayedarên dadweriyê di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Fetullah Gulen (FETO) da biryara girtina 46 polîsan da. 16 kes ji van polîsan berê ji nav teşkîlata polîs hatine derxistin.
Ji dema Hewldana Darbeya Leşkerî ya bê encam li Tirkiyê anku ji 15 Tîrmeha 2016 heya niha dewleta vî welatî bi dehan hezar kes bi tumetbariya pêwendiya bi Rêxistina Fetullah Gulen hatine girtin û derdora 120 hezar kes jî ji kar û şixulên wan hatine derxistin.
Hikûmeta AKP bi serokatiya Erdogan, Fetullah Gulen wek berpirsê serke yê Darbeya hanê da zanîn û bi mihaneya pêwendiya bi Rêxistina Gulen, bi dehan hezar kes ji neyarên xwe yên di nav teşkîlatên curbicur yên wekî artêş, polîs, dadwerî û zanîngehan ji kar derxistin û xistin hews û zîndanan.