2 leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308590-2_leşkerên_tirkiyê_li_ser_sînorê_herêma_kurdistanê_hatin_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 09:43 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, mayîna ku berê li ser rê hatibû danîn, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê de hatiye teqandin ku di encama wê teqîna mayînê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Vê wezaretê li bara birîndarên vê bûyerê ti tişt negotiye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha diyar kir ku ku operasiyona artêşa Tirkiyê  li wê deverê berdewam dike.

Artêşa Tirkiyê eva çendîn mehin ku ketiye nav axa Herêma Kurdistanê li bakura Iraqê û ji sînorên Heftanînê heta Xakurkê demeke dirêj e dest bi operasyonê kiriye û li deverê carcaran şer û pevçûnên dijwar rû didin.