Erdogan li gel nûnerên Cihûyan civiya
Îlon 24, 2019 08:10 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li gel nûnerên Cihûyan kombûnek pêk anî.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh ji bo kişandina bala Rejîma Siyonîstî ber bi xwe û kişandina sermaya cihuyan bo nav Tirkiyê li Amerîkayê, li gel berpirsên saziyên Cihûyan û herwiha beşek ji welatiyên Cihû civiya.
Civîna Erdogan a li gel berpirsên Cihûyan li Amerîkayê, li Hotela Penînsula ku Erdogan lê dimîne, bi awayekî ji medyayê re girtî pêk hat.
Di wê civînê de Wezîrê Darayî û Gencîneyê Berat Albayrak, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê AKPê yê Îzmîrê Bînalî Yildirim û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.
Serokomarê Tirkiyê bo beşdarbûna 74.Civînên Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye.