2 leşkerên Tirkîyê li bakura Iraqê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308565-2_leşkerên_tirkîyê_li_bakura_iraqê_hatin_kuştinê
Wezareta Berevanîya Tirkiyê ragihand ku mayîneke vedayî ser rêya karwanê leşkerî yê artêşa Tirkiyê li bakura Iraqê teqiya û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2019 14:51 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên Tirkîyê li bakura Iraqê hatin kuştinê

Wezareta Berevanîya Tirkiyê ragihand ku mayîneke vedayî ser rêya karwanê leşkerî yê artêşa Tirkiyê li bakura Iraqê teqiya û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanîya Tirkiyê dema karwanê leşkerî yê Artêşa Tirkîyê li bakura Iraqê derbas dibû, mayînek ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû danînê, teqiya.

Di encama teqînê de 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Li gor heman daxuyaniyê li herêmê operasyon berdewam e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê cihê bûyerê ti agahiyek neda û hejmara birîndarên wê teqînê jî zelal nerkiriye.