Rêberê CHP: "Dayîna hikmê girtina dubare li dijî Demirtaş karesateka hiqûqî ye"
Kemal Kiliçdaroglu, rêberê partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê li axiftinekê bal kişand ser dayîna hikmê girtina Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) û diyar kir: "Dayîna hikmê girtina dubare bo wî ser daxwaza hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê karesatekî hiqûqî ye."
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Kemal Kiliçdaroglu rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê li axiftinekê bal kişand ser dayîna hikmê girtina dubare ya Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û diyar kir: "Li halekî ku divê Selahedîn Demirtaş ji zindanê bihata berdanê, dayîna hikmê girtina dubare ya wî ser daxwaza hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê karesateka hiqûqî ye."
Kiliçdaroglu li gotûbêja bi rojnama Cimhûriyetê bal kişand ser plana reformên sîstema dadweriya Tirkiyê ku ji aliyê partiya serdest a AKP va dê raberî parlemanê bibe, teqez kir: Plana ku Wezareta Dadweriyê ser xebitiye dê raberî parlemanê bibe. Dema ku ev plana hat parlemanê li bara hûrgilî û her tişta ku li bara wê em fikrê dikin emê biaxivin. Mirovên bêguneh ên zav di zindanan de ne. Ji Eren Erdem heta Osman Kawala, endamê rêxistinên sivîl, xwendekarên zanîngeha efseriyê, nivîskar û heta nîgarkêş in ku bêguneh û bê heger di zindanê de ne.
Rêberê opozosyona Tirkiyê bal kişand ser dûhatên cîhanî yên vê mijarê û destnîşan kir: Cîhanê jî li vê barê çavê xwe kutaye Tirkiyê. Tirkiyê wek welatekî tê nasandin ku têde edalet tine. Tê raghandin ku rêveberiya dîktatoriyê li welêt pêk hatiye ji ber ku hemî dizanin ku zextên siyasî li dijî Teşkîlata Dadweriyê ji aliyê hakimiyetê va didomin.