Dawûdoglu: ''Bûyerên wisa dê biqewimin ku gel ji AKP`ê cida bibe''
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308557-dawûdoglu_''bûyerên_wisa_dê_biqewimin_ku_gel_ji_akp_ê_cida_bibe''
Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu di civîneke digel çalakên sîyasî yên nêzîkî xwe da got: ''Bûyerên wisa dê biqewimin ku gel ji AKP`ê cida bibe.''
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2019 12:53 Asia/Tehran
  • Dawûdoglu: ''Bûyerên wisa dê biqewimin ku gel ji AKP`ê cida bibe''

Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu di civîneke digel çalakên sîyasî yên nêzîkî xwe da got: ''Bûyerên wisa dê biqewimin ku gel ji AKP`ê cida bibe.''

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu ku piştî cidabûna ji AKP pêngavên avakirina partîya sîyasî ya nû li wî welatî xistine lezê, di civîneke digel çalakên sîyasî yên nêzîkî xwe da got: '' Di rojên bê de yê bûyerên wisa biqewimin ku gel ji AKP`ê cida bibe.''

Parlimanterekî berê ku piştî istêfayê tevlî tîma Dawûdoglu bûye di hevpeyvîna digel Rojnama Yeni Çagê de got: ''Partîya ku yê Dawûdoglu damezirîne, bi awayekî rasterast hogirên AKP bike muxateb. Di nav AKP da deng gellekî kêm bûne. Hemî plan hatine berçavgirtinê. Gelê ku ji AKP xeyîdîye, dê bera xwe bide wê partîyê. Idî gel baş fem kirîye ku AKP vediguhere şirketeke malbatî.''