Yekitiya pizîşkên Tirkiyê: 94 pizîşk hatine şandin bo sînorê Sûriyê
Piştî daxwaza Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê bo amadetiya tîmên pizîşkî bo şandina bo navçên sînorî, Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê( TTB) li daxûyaniyekê li bara şandina 94 pizîşkan bo navçên sînorî yên parêzgehên Şanlîûrfayê û Merdînê agahî daye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama Aydinlikê piştî weşandina daxwaza Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê ji navendên tendrustiyê yên parêzgehên curbicure Tirkiyê derheq amadetiya tîma pizîşkên xwe bo şandina bo navçên sînorî li parêzêgehên Şanlî Ûrfayê û Mêrdînê bo berçavgirtina tivdîrên pêwîst bo êrişa muhtemel a artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê, Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê( TTB) li daxûyaniyekê li bara şandina 94 pizîşkan bo navçên sînorî yên parêzgehên Şamlî Ûrfayê û Mêrdînê agahî daye.
Piştî ku Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê moleta du hefteyî da Emerîkayê bona ku navça ewleh li gor dilê Tirkiyê li bakurê Sûriyê ava bike , liv û tevegrên li sazî û wezareatxanên curbicure Tirkiyê lezgîntir bûne ku yek ji alûgurên herî giring ên Wezareta Tendrutiya Tirkiyê bo şandina tîmên pizîşkiyê bo sînorên Tirkiyê ye ku ev yeka,cidîbûna gefên vê dawiyê yên Tirkiyê li bara êrişa ser rojhilata Firatê nîşan dide