Yekitiya pizîşkên Tirkiyê: 94 pizîşk hatine şandin bo sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308532-yekitiya_pizîşkên_tirkiyê_94_pizîşk_hatine_şandin_bo_sînorê_sûriyê
Piştî daxwaza Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê bo amadetiya tîmên pizîşkî bo şandina bo navçên sînorî, Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê( TTB) li daxûyaniyekê li bara şandina 94 pizîşkan bo navçên sînorî yên parêzgehên Şanlîûrfayê û Merdînê agahî daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 14:42 Asia/Tehran
  • Yekitiya pizîşkên Tirkiyê: 94 pizîşk hatine şandin bo sînorê Sûriyê

Piştî daxwaza Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê bo amadetiya tîmên pizîşkî bo şandina bo navçên sînorî, Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê( TTB) li daxûyaniyekê li bara şandina 94 pizîşkan bo navçên sînorî yên parêzgehên Şanlîûrfayê û Merdînê agahî daye.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama Aydinlikê piştî weşandina daxwaza Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê ji navendên tendrustiyê yên parêzgehên curbicure Tirkiyê derheq amadetiya tîma pizîşkên xwe bo şandina  bo navçên sînorî li parêzêgehên  Şanlî Ûrfayê û Mêrdînê bo  berçavgirtina  tivdîrên  pêwîst bo êrişa muhtemel a artêşa Tirkiyê ser rojhilata  Firatê, Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê( TTB) li daxûyaniyekê li bara şandina 94 pizîşkan bo navçên sînorî yên parêzgehên Şamlî Ûrfayê û Mêrdînê agahî daye.

 Piştî ku Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê moleta  du hefteyî da Emerîkayê bona ku navça ewleh  li gor dilê Tirkiyê li bakurê Sûriyê ava bike , liv û tevegrên  li sazî û wezareatxanên  curbicure Tirkiyê lezgîntir bûne ku yek ji alûgurên herî giring ên  Wezareta Tendrutiya Tirkiyê bo şandina tîmên pizîşkiyê bo sînorên Tirkiyê ye ku ev yeka,cidîbûna gefên  vê dawiyê yên Tirkiyê li bara êrişa ser rojhilata  Firatê nîşan dide