Sezaî Temellî: Biryara dijî Demirtaş komployek sîyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308515-sezaî_temellî_biryara_dijî_demirtaş_komployek_sîyasî_ye
Serdozgeriya Enqere, roja înê derbarê Hevserokê HDP Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksedag de ji ber bûyerên Kobanî yên ku di 6 û 7ê Cotmeha 2014an lêpirsîneke nû da destpêkirin û biryara zindanî kirine li ser wan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 08:19 Asia/Tehran
  • Sezaî Temellî: Biryara dijî Demirtaş komployek sîyasî ye

Serdozgeriya Enqere, roja înê derbarê Hevserokê HDP Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksedag de ji ber bûyerên Kobanî yên ku di 6 û 7ê Cotmeha 2014an lêpirsîneke nû da destpêkirin û biryara zindanî kirine li ser wan da.

Di 2ê îlonê de Dadgeha Enqere jibo Demirtaş biryara serbestkirinê dabû.

Parêzerên Demirtaş roja înê jibo rojên girtî ji cezayê wî bê xistin û bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan,  serî li Dadgehê û Girtîgehê dan. Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demir dibêje di heman rojê de dozgera Enqerê ji doza ku hatiye tehliyekiirn di heqê Demirtaş de lêpirsineke nû vekir.

Herwiha Hevserokê HDPê Sezaî Temellî got: "Ev komployek sîyasî ye. Berpirsê bûyerên Kobanê dewlet bi xwe ye û her cara ku me xwest em li parlamenê li ser wan bûyeran lêpirsîn were destpêkirin AKP û MHP li teklîfên me redkirin. Heta ku hiqûqa tecrîdê berdewam be, komployên sîyasî jî dê bidomin."