Berteka Demîrtaş li hemberî hikmê nû yê dadgehê yê zîndanê jibo wî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308482-berteka_demîrtaş_li_hemberî_hikmê_nû_yê_dadgehê_yê_zîndanê_jibo_wî
Li pey hilêxistina dosyeya nû û dayîna biryara zindanê ya din jibo Demîrtaş, di halekî da ku biryara azadiya wî ji aliyê dosyeya dadweriyê ya herî girîng hatiye dayîn; wî di peyamekê de bi Twîterê wek berteka li hemberî vê kiryarê nivîsî: Saziya Dadweriyê tuneye, dadperwerî tuneye, qanûn û dadwer tuneye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2019 12:25 Asia/Tehran
  • Berteka Demîrtaş li hemberî hikmê nû yê dadgehê yê zîndanê jibo wî

Li pey hilêxistina dosyeya nû û dayîna biryara zindanê ya din jibo Demîrtaş, di halekî da ku biryara azadiya wî ji aliyê dosyeya dadweriyê ya herî girîng hatiye dayîn; wî di peyamekê de bi Twîterê wek berteka li hemberî vê kiryarê nivîsî: Saziya Dadweriyê tuneye, dadperwerî tuneye, qanûn û dadwer tuneye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di dewama peyama xwe da tevî amajeya bi pakêta çaksaziyê ya Saziya Dadweriya Tirkiyê ku biryar e ji aliyê partiya serdest a Tirkiyê AKP va di rojên bê da radestî Parlimanê were kirin, got: Ji ber bûyerên 6-8ê Cotmehê ez û Yûksekdag eva sê sal in ku tên muhakimekirin û di zindanê da ne. Dozgerê Komara Tirkiyê li Enqerê bi heman tawanan dosyeyeka nû çêkiriye û bi heman mijarê daxwaza zindanê kiriye.