Erebistanê konsolxaneya xwe li Istenbûlê firot
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308377-erebistanê_konsolxaneya_xwe_li_istenbûlê_firot
Medyayên Tirkiyê roja Sêşemiyê ragihandin ku Erebistanê bi awayekî nihênî konsolxaneya xwe li Istenbûlê firotiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2019 05:28 Asia/Tehran
  • Erebistanê konsolxaneya xwe li Istenbûlê firot

Medyayên Tirkiyê roja Sêşemiyê ragihandin ku Erebistanê bi awayekî nihênî konsolxaneya xwe li Istenbûlê firotiye.

Li gorî rapora IRNAyê, medyayên Tirkiyê ragihandin ku Erebistanê ev kar li ser tamiya tîmeke teknîkî û bi armanca pêkanîna aloziyê di pêvajoya dosyeya kuştina Xaşiqçî pêk aniye.

Tê gotin Erebistan konsolxaneya xwe biriye navçeya Sariyêrê li nêzikî konsolxaneya Amerîkayê.

Ev di halekî da ye ku dozgeriya Tirkiyê xwe jibo hilêxistina lîsteya tawanan di bereberê yekem salvegera kuştina Xaşiqçî amade dike.

Cemal xaşiqî, rojnamegerê rexnekerê Siûdî 2ê Cotmeha 2018an li konsolxaneya Erebistanê li istenbûlê bi awayekî hovane bi destê memûrên şandî ji Riyazê va hat kuştin.