Civîna bilez a Parlimana Ewropayê jibo hilkolandina wêdabirina Şaredarên Kurd li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308372-civîna_bilez_a_parlimana_ewropayê_jibo_hilkolandina_wêdabirina_Şaredarên_kurd_li_tirkiyê
Li ser daxwaza komên siyasî yên amade li Parlimana Ewropayê, Civata Giştî ya Parlimana Ewropayê jibo hilkolandina wêdabirina şaredarên Kurd li Tirkiyê ji aliyê Wezareta karên hundir va û danîna qeyûmên ser bi hikûmetê dewsa wan, civîneke bilez li dar dixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2019 04:19 Asia/Tehran
  • Civîna bilez a Parlimana Ewropayê jibo hilkolandina wêdabirina Şaredarên Kurd li Tirkiyê

Li ser daxwaza komên siyasî yên amade li Parlimana Ewropayê, Civata Giştî ya Parlimana Ewropayê jibo hilkolandina wêdabirina şaredarên Kurd li Tirkiyê ji aliyê Wezareta karên hundir va û danîna qeyûmên ser bi hikûmetê dewsa wan, civîneke bilez li dar dixe.

Li gorî Kurd Pressê ji zarê rojnameya Duvarê, Li ser daxwaza komên siyasî yên amade li Parlimana Ewropayê, Civata Giştî ya Parlimana Ewropayê jibo hilkolandina wêdabirina şaredarên Kurd li Tirkiyê ji aliyê Wezareta karên hundir va û danîna qeyûmên ser bi hikûmetê dewsa wan, civîneke bilez li dar dixe.

Ev biryar ku bi piştevaniya çar tevgerên opozîsiyonên Parlimana Ewropayê hatiye dayîn, roja Pêncşemiyê li bajarê Strasbûrgê, parlimana Ewropayê derbarê wêdabirina şaredarên mezinbajarên Amed, Mêrdîn û Wanê dê civînekê li dar bixe û komên siyasî dê nêrînên xwe di vî warî da derbibirin.

Li gorî zanyariyên bidestketî, di vê civînê da ku nûnerên Konseya Ewropayê û Komîsiyona Ewropayê jî dê têde beşdar bibin, nûnerên parlimanê ji 28 welatên ewropî dê nêrînên xwe derbarê dawîn rewşa Mafên Mirovan li Tirkiyê hilêxînin.