Destpêbûna karê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê
27`emîn civîna komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê li Enqerê hat li darxistin.
Mehmûd Waizî,serokê îranî yê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê li vê civînê got: Ewlewiyeta herî giring a vê komîsyonê, lezgînkirina hevjatina her du welatan li warên aborî û ticarî ye.
Waizî got: Îran tu berbendek bona geşatî û xurtkirina hevkariya bi Tirkiyê tine û tevî hemî pirsgirêkên ku boykota neqanûnî ya Emerîkayê pêk aniye bi aktîvbûna beşa taybet û rêçareya însiyatîvê, dê pêvajoya geşatiyê bidome.
Fatîh Donmez, wezîrê enrejiyê yê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê,bernama serokkomarên Îran û Tirkiyê bo ticareta 30 milyar dlarî li salê rastbînane da zanîn û got: Dewleta Tirkiyê dê hemî hewldana xwe bona parastin û geşatiya têkiliyên aborî û cihhatina hevhatinên navbera her du aliyan cih bîne.
27`emîn civîna komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê heta sibê dê bidome.