Destpêbûna karê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308363-destpêbûna_karê_komîsyona_hevpar_a_hevkariyên_aborî_yên_Îran_û_tirkiyê
27`emîn civîna komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê li Enqerê hat li darxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2019 13:22 Asia/Tehran
  • Destpêbûna karê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê

27`emîn civîna komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê li Enqerê hat li darxistin.

Mehmûd Waizî,serokê îranî yê komîsyona hevpar a hevkariyên  aborî yên Îran û Tirkiyê li vê civînê got: Ewlewiyeta herî giring a vê komîsyonê, lezgînkirina hevjatina her du welatan li warên aborî û ticarî ye.

Waizî got: Îran tu berbendek bona geşatî û xurtkirina hevkariya bi Tirkiyê tine û tevî hemî pirsgirêkên ku boykota neqanûnî ya Emerîkayê pêk aniye bi  aktîvbûna  beşa taybet û rêçareya însiyatîvê, dê pêvajoya geşatiyê bidome.

Fatîh  Donmez, wezîrê enrejiyê yê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê,bernama serokkomarên Îran û Tirkiyê bo ticareta 30 milyar dlarî li salê rastbînane da zanîn û got: Dewleta Tirkiyê dê hemî hewldana xwe bona parastin û geşatiya têkiliyên aborî û cihhatina hevhatinên navbera her du aliyan cih bîne.

27`emîn civîna  komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê heta sibê dê bidome.