Daxûyanîya dawîya civîna Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308338-daxûyanîya_dawîya_civîna_serokomarên_Îran_Ûrsêt_û_tirkîyê_li_enqerê
Di daxûyanîya dawîya Pêncemîn Civîna hevpar a Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê wek welatên garantorê demajoya Astanê li Enqerê de, pêgirî ser parastina yekperçetîya axa Sûrîyê hat kirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2019 03:35 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya dawîya civîna Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Enqerê

Di daxûyanîya dawîya Pêncemîn Civîna hevpar a Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê wek welatên garantorê demajoya Astanê li Enqerê de, pêgirî ser parastina yekperçetîya axa Sûrîyê hat kirinê.

Di daxûyanîya dawîya Pêncemîn Civîna hevpar a Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Enqerê de ku ji 14 xalan pêk tê, pêgirî ser parastina yekperçetîya axa Sûrîyê hat kirinê û ji civaka navnetewî hatîye xwestin ku jibo jinûveavakirina Sûrîyê û zêdekirina alîkarîyên mirovdostane bo gelê wî welatî, berpirsyarîyeke zêdetir wergire.

Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di wê daxûyanîyê de herwiha têkildarî lidarxistina civîna bê ya sêalî li Têhranê lihev kirin û pêgirî ser sozdarîya xwe derheq serwerî, serxwebûn, tifaq û yekitîya axa komara erebî ya Sûrîyê û herwiha armanc û isûlên menşûra NY kirin.

Hesen Rûhanî, Vladmîr Pûtîn û Receb Teyîb Erdogan di dsaxûyanîya dawîya civîna li Enqerê êrişên Rêjîma Sîyonîst ser Sûrîyê alozker û binpêkirina serwerî û yekperçetîya axa wî welatî zanîn û ew sedema gurrbûna gêreyê li herêmê zanîn.

Di daxûyanîya dawîya civîna Serokomarên Îran, Tirkîye û Ûrsêtê de pêgirî hatîye kirin ku ewlehî û istiqrar li vê navçeyê tenê bi rêya rêzgirtina li serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê dikare were dabînkirinê.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku kêşeya Sûrîyê hîç rêçareyeke leşkerî tineye û tenê bi rêya demajoyeke sîyasî ya alîyên sûrî bi hevkarîya NY di çarçova biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê ya NY de dikare were kutakirinê.

Razîbûna derbarê karên Komîteya Destûra Bingehîn, piştgirîya ji hewildanên Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di Karên Sûrîyê de, hêsankirina bidestxistina berfire ya alkarîyên mirovdostîyê jibo hemî sûrîyan, hêsankirina vegera ewleh û xwexwestî ya awareyan bo ser mal û milkê wan li Sûrîyê û dilnîyabûna ji mafê vegerê û piştgirîya ji wan jî ji xalên din ên daxûyanîya dawîya civîna sêalî ya li Enqerê bûn.