Serokomarên Tirkîye û Ûrsêtê li Enqerê civîyan
Îlon 16, 2019 13:53 Asia/Tehran
Serokomarên Tirkîye û Ûrsêtê, Receb Teyîb Erdogan û Vladmîr Pûtîn îro li Enqerê meseleyên bi dilê her du welatan hilkolandin.
Serokomarên Tirkîye û Ûrsêtê, Receb Teyîb Erdogan û Vladmîr Pûtîn îro piştî civîna digel Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li Enqerê meseleyên bi dilê her du welatan hilkolandin.
Meseleya kirrîna Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî ku nika bûye pirsgirêkek di navbera Enqere û Waşîngtonê de, di serê meseleyên di navbera Tirkîye û Ûrsêtê da ye.
Pêncemîn dewra civîna sêalî ya Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Sûrîyê de îro li Enqerê destpê bû.