Serokomarên Îran û Tirkîyê li Enqerê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308321-serokomarên_Îran_û_tirkîyê_li_enqerê_civîyan
Serokê Komara Islamî ya Îranê ku jibo pişkdarîya di civîna Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê de çûye Enqerê, berî wê civîna sêalî bi Serokomarê Tirkîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2019 11:52 Asia/Tehran
  • Serokomarên Îran û Tirkîyê li Enqerê civîyan

Serokê Komara Islamî ya Îranê ku jibo pişkdarîya di civîna Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê de çûye Enqerê, berî wê civîna sêalî bi Serokomarê Tirkîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serokomarên Îran û Tirkîyê di wê civînê de derbarê peywendîyên dualî, çawanîya berfirekirina peywendîyên aborî û herwiha meseleyên bi dilê her du welatan de gotûbêj kirin.

Pêncemîn dewra civîna sêalî ya Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Sûrîyê de yê îro destpê bibe.

Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di vê dewra civînê de yê derbarê domandin û berfirekirina hevkarîyên sêalî di warên curbicur ên aborî û herwiha peywendîyên navçeyî da jî gotûbêjê bikin.

Rûhanî li rex civîna li Enqerê yê bi Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn re jî bicive.