Endamên Parlamentoya Ewropayê derbarê qeyûman de nameyek jibo Erdogan şandin
46 endamên Parlamentoya Ewropayê, nameyeke hevbeş jibo Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan şandin û nerazîbûnên xwe li hemberî danîna qeyûman dewsa Şaredaran nîşan dan.
Li Parlamentoya Ewropayê, 46 parlamenterên endamên fraksiyonên cuda, nameyeke hevbeş jibo Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan şandin.
Wan endamên Parlamentoya Ewropayê, di wê nameyê de nerazîbûnên xwe li hemberî danîna qeyûman şûna Şaredarên bajarên Kurdnişîn nîşan dan.
Parlamenteran di nameya xwe de gotine ew di derbarê pêşhatên dawîn ên li Tirkiyê de nîgeran in û ji ber hindê ev nameya pêwîst zanîne û diyar kirine, “Hilbijartinên azad û serbixwe, prensîba sereke ya demokrasiya modern e. Niha bi hincetan, encamên hilbijartinê yên li her sê bajaran nayên naskirin. Lê Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan, ku ji kar hatine dûrxistin, di hilbijartinê de bi ferqeke mezin ser ketin. Divê encama ji sindoqan derketiye bê naskirin û cîbicîkirin.”
Biryara derbarê Seroka Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê, Canan Kaftancioglu, ku ji aliyê dadgehê ve 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn jî di nameya wan parlamenteran de cihê xwe girt û rexne li wê biryarê hat girtin.
Di nameyê de danîna qeyûman, girtina siyasetmedaran û parlamenteran li Tirkiyê hatiye bibîrxistin û hatiye gotin, “Em weke parlamenterên ji fraksiyonên cuda, li kêleka demokrasî û mafên mirovan in û em radigihînin ku em ligel hempîşeyên xwe yên li Tirkiyê, di nav hevkariyê de ne. Daxwaza me ji hikûmeta Tirkiyê ew e ku êrişên li dijî endamên HDPê û CHPê bi dawî bîne, encamên hilbijrtina xwecihî nas bike û êrişên li ser opozîsyonê bi dawî bike.”