Leyla Guvenê hişyarî da: Tirkîye dê bikeve destê derbekaran
Nunera Hekarîyê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Heke rewş li Tirkîyê wiha bidome, Tirkîye dê careka din bikeve destê derbekaran.
Nunera Hekarîyê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Leyla Guvenê amajeyî qeyrana birêvebirina welêt li Tirkîyê kir û got: Heke rewş li Tirkîyê wiha bidome, Tirkîye dê careka din bikeve destê derbekaran.
Leyla Guvenê herwiha got ku Tirkîye dê tu wexta nekare bibe welatekî dêmokiratîk û endama YE`yê. Ser vî esasî nika pêwîstî bi guhertineke bingehîn li welêt heye.
Parlimantera HDP herwiha got: Rêya bingehîn a xilasbûna ji rewşa qeyranî ya niha li Tirkîyê amadekirina destûra bingehîn a nû li vî welatî ye. Di dîroka Tirkîyê de partîyên sîyasî hertim basa guhertina destûra bingehîn a vî welatî kirine û piştî hatine ser desthilatê, ew ji bîr kirine. HDP di sîyaseta xwe da ev meseleya kirîye ewlewîyet û jibo serêxwegirtina vê yekê di warên hiqûqê û destûra bingehîn da bi alîyên curbicur ra di halê hevdîtin û gotûbêjê da ye.