Nerazîbûna Tirkîyê himberî gotinên binîqaş ên Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê, gotinên Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst derbarê Rexê Rojavaya Çemê Urdinê de "nijadperestane" bi nav kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu got ku soza Benyamîn Netanyahû ya xistina bajarokên Rexê Rojavaya Çemê Ûrdinê ser erdên din ên dagirbûyî, "nijadperestane" û mînaka berbiçav a Apartaydê ye.
Netanyahû di mîtîngeke hilbijartinan de got ku heke di hilbijartinên parlimanî yên 17`ê îlonê de ser keve, dê bajarokên Sîyonîstnişîn ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û pişkên girîng ên wê herêmê tevlî Erdên Dagirbûyî bike.
Şayanî gotinê ye ku Qudsa Rojhilat û Rexê Rojavaya Çemê urdinê ji sala 1967`ê ve ji hêla Israyîlê va hatine dagirkirinê. Nêzî 250 bajarokên Sîyonîstnişîn li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê hene.
Zêde ji 400 hezar Cuhû li wan bajarokana dijîn. Ligorî qanûnên navnetewî hemî mal û avahîyên Sîyonîstnişîn ên wan navçana neqanûnî ne.