Saroxan Ulûç: Nerazîbûnên himberî wêdadayîna Şaredarên Kurd dê bidomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308134-saroxan_ulûç_nerazîbûnên_himberî_wêdadayîna_Şaredarên_kurd_dê_bidomin
Serokê Fraksyona Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkîyê got: Nerazîbûnên himberî wêdadayîna Şaredarên Kurd dê bên domandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2019 11:56 Asia/Tehran
  • Saroxan Ulûç: Nerazîbûnên himberî wêdadayîna Şaredarên Kurd dê bidomin

Serokê Fraksyona Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkîyê got: Nerazîbûnên himberî wêdadayîna Şaredarên Kurd dê bên domandinê.

Serokê Fraksyona Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkîyê Saroxan Ulûç amajeyî wêdadayîna Şaredarên Kurd bi destûra Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê kir û got: Nerazîbûnên gelanî ku himberî wêdadayîna Şaredarên Kurd wek karekî neqanûnî û zevtkirina vînê destpê bûne, dê bên domandinê.

Wî herwiha got: Jibo ku em atmosfêrekê pêk bînin ku gel bikare himberî wan karana bertekê nîşan bide û ew bertek bi rehetî ji nav neçin û vîna gel careka din were xûyanê, em dê her karekî bikin û hewil bidin.

Serokê Firaksyona Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Parlimana Tirkîyê Saroxan Ulûç herwiha got: Çîn û qatên curbicur ên civaka Tirkîyê û heta pişkeke berbiçav a nav AKP`ê bertekê nîşanî sîyaseta wêdedayîna Şaredaran û kivşkirina sergêrran dide û wan karana neqanûnî dizane.