Berteka Tirkiyê li hember terora dîplomatê vî welatî li Hewlêra Iraqê
Nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê gef xwar ku ev welata dê bersiveka qahêm bide kuştina dîplomatê xwe li Hewlêra Iraqê.
Li gorî rapora televaîyona Meyadînê, nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê wek berteka li hember kuştina serkonsûlê vî welatî ji aliyê kesên çekdar ve li bajarê Hewlêrê û gef xwar sebebkarên vê êrişê divê li benda bersiva Enqerê bin.
Alîkarê serkonsûlê Tirkiyê îro Çarşemiyê li encama êrişa kesên nenas li bajarê Hewlêrê li bakurê Iraqê hat kuştin.
Li encama vê êrişê, sê badîgardên vî dîplomatê Tirkiyê jî birîndar bûn.
Helbet hin medyayan ji wan televaîyona Skay Newsa Erebî li bara kuştina sê dîplomatên Tirkiyê li encama êrişa îro agahî dane.
Hîn tu kom an kesekî berpirsiyariya vê êrişê negirtiye istûyê xwe, lê kanala Haber turkê raghand ku endamên PKK sebebkarê vê êrişê bûne lê PKK'ê mudaxila li kuştina dîplomatên Tirkiyê derew da zanîn.