Pêgirîya serokê CHP`ê ser pêwîstîya guhertina sîyaseta derve ya Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306344-pêgirîya_serokê_chp_ê_ser_pêwîstîya_guhertina_sîyaseta_derve_ya_enqerê
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê got: Ev welata divê sîyaseta xwe ya derve biguherîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2019 11:02 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokê CHP`ê ser pêwîstîya guhertina sîyaseta derve ya Enqerê

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê got: Ev welata divê sîyaseta xwe ya derve biguherîne.

Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu herwiha got: Dewama sîyaseta şaş a dijminatîya Tirkîyê himberî dewlet û gelê Sûrîyê, gellek pirsgirêk ji Enqerê ra saz kirine.

Serokê CHP`ê amajeyî wê yekê kir ku Enqere divê helwesta xwe himberî Şamê biguherîne, pêgirî kir: Bila Tirkîye bi awayekî fermî bi dewleta Sûrîyê re dest bi muzakirê û peywendîyên dîplomatîk bike, çinku parastina yekperçetîya axa Sûrîyê bi wateya parastina berjewendî û ewlehîya netewî ya Tirkîyê jî ye.

Serokê CHP`ê derbarê boykotên YE`yê yên dijî Tirkîyê de jî pêgirî kir: AKP ji ber sîyaseta derve ya macerahezane û nekivş li rojhilata Deryaya Sipî jî tenê maye û berdêlên giran dide.