Tirkiye: Biryarên YE`yê bandorê li helwesta me nakin
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku ew biryarên Yekîtiya Ewropayê ti bandorê li çalakiyên Enqerê yên li Deryaya Spî nakin.
Yekîtiya Ewropayê îro ragihand ku ji ber çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Spî, yê di çend waran de Tirkiyê ceza bike û ew ceza jî hatine pesendkirin.
Li hember sepandina cezayan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bertek nîşan da û ragihand, ev biryara Yekîtiya Ewropayê ti bandorê li çalakiyên wî welatî yên lêgerîn û peydakirina çavkaniyên hîdrokarbonî li Deryaya Spî nake û ew ê bi beşa tirkniîşn a Qibrisê re çalakiyên xwe yên hevbeş bidomîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku, heya Yekîtiya Ewropayê mafên Tirkiyê li Qibrisê garantî neke û sozên xwe yên ji bo wan û tirkên Qibrisê bicîh neke, ew bi ti awayî hişyarkirin û cezayên Yekîtiya Ewropayê li ber çavan nagrin.
Piştî civîna Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê, Konseya Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek da û ragihand ku di çarçoveya wan cezayan de, yê dê di mijara hêlên esmanî de, proseya endamtiya Tirkiyê ya di YE de û herwiha fonên alîkariyê yên Banka Sermayeguzariyê ya Ewropayê bo Tirkiyê bêne rawestandin ku qebareya wê alîkariyê 146 milyon Euro ye.
Yekîtiya Ewropayê herwiha daye xûyakirinê ku, eger Tirkiye siyaseta xwe ya niha li Deryaya Spî bidomîne, ew ê rêkarên din li dijî Enqerê bikar bîne.