Erdoxan: S400 sala din dê bikeve qada operasiyonê
Serokomarê Tirkiyê got: Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê sala din li Tirkiyê dê bikeve qada operasiyonê.
Li gorî rapora Kanala têlêvîziyonî ya Meyadînê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê Duşemiyê bi şev got: B gihîştina hêdî hêdî ya tîkeyên Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê, ev pergal sala 2020ê bi tamî dê li Tirkiyê bikeve qada operasiyonê.
Erdoxên her wiha qala gihîştian heştemîn firokeya hilgirê beşên din ji Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê bo Enqerê kir.
Serokomarê Tirkiyê roja Yekşemiyê jî li bara kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê ji Rûsiyê gotibû ku Tirkiyê ev pergala berevaniyê bi armanca piştevaniya ji aştî û ewlehiya xwe kiriye.
Radestkirina barên Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê ji 12ê Tîrmeha 2019an bo Tirkiyê dest pê bûye.
Girêbesta firotina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'êbo Tirkiyê di Kanûna 2017an da navbera Enqere û Moskovayê hat wajokirin.
Amerîkayê ku pêştir wek bertekek li hembrî kirrîna vê pergalê, fêrkirina firokevanên Tirkiyê di bernameya Firokeyên Şêrr ên F35ê dabû rawestandin, gef xwariye ku dê boykotên zêdetir li dijî Tirkiyê bisepîne û dilgiraniya çalakên bazarê ev e ku Waşîngton dest dayne ser belgeyên deynê yên Tirkiyê ku gellek girêdayî bo dolarê ye.
Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.