Li ser riya hêzên gerok li Cizîreya parêzgeha Şirnexê bombeyek teqîya
Dema hêzên gerrok li bajarê Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexa Tirkiyê derbas dibûn, bombeyekser rêya wan teqîya ku di encamê de 4 kes ji wan hêzana birîndar bûn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama Duwarê, Dema hêzên gerrok li bajarê Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexa Tirkiyê derbas dibûn, bombeyekser rêya wan teqîya ku di encamê de 4 kes ji wan hêzana birîndar bûn.
Li gorî lêzanînên ku hatine bidestxistin, şeva derbasbûyî li riya Dort Yola bajarê Cizîrê dema gerra hêzên leşkerî li vê riyê bombeyek ku li selika gemarê hatibû bicihkirin ji aliyê kesên nenas ve hatiye teqandin ku di encamê de çar hêzên gerrok birîndar bûn û pênc trimbêlên ku li wir hatibûn parkkirin, xisar dîtin.
Hêzên ewlehiyê û li dijî şoreşê yên Tirkiyê riyên hat û çûyînê girêdan û bona peydakirina sebebkarên teqînê operstoneke berfireh li bajêr destpê kirin.