HDP`ê jibo pêkanîna hevalbendîyeke mayinde bang li CHP û Iyi Partîyê kir
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bang li Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û Iyi partîyê kir ku bi hev re hevalbendîyeke berfire û mayinde ava bikin û dîyar kir: Werin em têkoşîna ku li ber sindoqên dengan pêk hat veguherînin têkoşîneke dayimî û hevalbendîya dêmokirasîyê damezirînin.
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî di axavtinekê de got: Hemî çîn û qatên civakê di çarçova têkoşîna jibo dêmokirasîyê di 31`ê Adarê de li rex hev cî girtin û ew ser xistin, nika em dikarin wê serketinê veguherînin demajoya ku li pêşberî me ye.
Wî di dewama axavtina xwe da amajeyî sîstema serokomarîyê li Tirkîyê kir û got: Rewşa niha ya Tirkîyê ne tabloyeke e ku sîstema serokomarîya Tirkîyê di yeksala vê dawîyê de xuliqandibe, belkî ev rewşa encama 40 salên vê dawîyê ye.
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî herwiha got: Divê em aştîya civakî berfire bikin û hemî girtîyên sîyasî, rojnamevan û akadêmîsîyenên ku ji ber hizrên xwe di zîndanê ne, dizê zûka bên berdanê.