Tirkiye: Yekemîn beşa mûşekên S-400 ên Rûsî gihîşte Enqerê
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, îro veguhastina yekemîn barê sîstema mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê bo Tirkiyê dest pê kir û dê li Enqereya paytexta wî welatî were bicihkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye ku ji îro ve karê veguhastina sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê destpê bûye û dê li Qada Hewayî ya Murted a Enqerê were bicihkirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hikûmeta Tirkîyê, Anadoluyê, yekemîn barê mûşekên S-400 bi balafirekê îro gihîştiye Enqerê.
Li gor rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê, di qonaxa yekem de sîstema mûşekî ya S-400 yê radestî Tirkiyê bê kirin û li Enqereya paytexta wî welatî û herwiha li parêzgeha Meletîyê were danîn.
Herwiha pisporên Rûsî yên vê sîstemê dê bo dema mehekê li Tirkiyê bimînin, daku di aliyê pratîkî de li Tirkiyê ceribandin li ser sîstema mûşekî ya S-400`ê werin kirin.
Tirkîyê ev kara di halekî da kir ku Amerîkayê gef kiribû heke Enqere wê sîstema mûşekî ji Ûrsêtê wergire, Waşîngton yê firotina balafirên F-35`ê bo Enqerê rawestîne û boykotên giran ser Tirkîyê da bisepîne.
Serokomarê Tirkiyê dema vegera ji Bosna û Hersekê li nav koma nûçegihanan got: ``Tirkiyê jibo ewlehiya xwe Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400 a Rûsiyê kiriye. Eger Enqere bikeve ber êrîşa dijminan, dê Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bixebitîne.``