Birek ji endamên PKK li rojhilata Tirkiyê hatine kuştin
Cotmeh 01, 2015 15:50 Asia/Tehran
Bingehên dewletî yên Tirkiyê ragihandin ku birek ji endamên PKK li rojhilata vî welatî hatine kuştin.
Li gor rapora rojnama Tirkiyê ya Zeman, Waliyê parêzgeha Bitlîsê li daxûyaniya xwe ya duh çarşemê raghand ku li operasiyona berfire ya du roj berî nihaye artêşa Tirkiyê dijî PKK li vê parêzgehê 6 endamên PKK hatine kuştin.Li vê raporê herwisa hatiye ku paarek pir ji avahiyên ku li destê PKK da bûn li vê operasiyona artêşa Tirkiyê û bi palpiştiya firokên şerî yên Tirkiyê hatine azadkirin.
Piştî teqîna terorîstî ya meha Joyiya bihrî libajarê Sorûçê li navça sînorî ya Tirkiyê tev Sûriyê, agirbesa sê salî dinavbera artêşa Tirkiyê û PKKhate binpê kirin û ji wê çaxê şûnda rewşa Tirkiyê aloz bûye.
Li halê ku hejmara kuştiyên du aliyên şêr li nav Tirkiyê her zêde dibin her du alî yanî artêşa Tirkiyê û PKK hevddu tawanbar ddikin ku agirbes aliyê din binpê kiriye.
Bingehên ewlehiya nav Tirkiyê bilî ragihandina vê nûçê ku li êrişên vê dûmahîkê yên ser pêgehên PKK li derve ji axa Tirkiyê yanî li bakûra axa Iraqê, zêde ji 1000 endamên PKK hatine kuştin herwisa ragihandine ku kêm kêm 30 kesên sivîl û 120 hêzên eskerî û ewlehiya Tirkiyê jî bi destê PKK hatine kuştin.