Cotmeh 01, 2015 12:56 Asia/Tehran
  • Îdiaya serokwezîrê Tirkiyê li bara Sûriyê

Serokwezîrê Tirkiyê îdia kir: Her kes dixwaze terhekê bona çareserkirina kirîza Sûriyê bide pêwîste ku li Sûriya bêyî Esed fikr bike.

Li gor rapora ajansa Turend, Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê li gotinên xwe yên duh çarşemê li Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî got: Terajdiya Sûriyê bêyî serkarhatina dewlteke nû kutahî nayê.
Ehmed Dawûdoglu ragihand, her xolekik ku Beşar Esed li ser qudretê dimîne kesên ku ji wî piştevaniyê dikin rojreştir dibin.
Ehmed Dawûdoglu îdia kir; Terajdiya nav Sûriyê kutahî pê nayê meger ku Dewletekî nû bi hevkariya civata navnetewî bê ser kar.
Serokwezîrê Tirkiyê ji ccivata cîhanî xwest bona rizgariya gelê Sûriyê pirtir bixebitin.
Serokwezîrê Tirkiyê li halekê wiha diaxive ku Enqere hema bi eşkera ji terorîstên nav axa Sûriyê berevaniyê dike û ji Marsa sala 2011 ku Sûriye aloz bûye Tirkiye rê dide terorîstên biyanî ku jinav axa vî welatî têkevine nav axa Sûriyê.
Ji aliyê dinve Tirkiye, Erebistan, Qeter, Urdin, Amerîka û Rejîma Siyonîstî hema ji destpêka aloziya Sûriyê pişta grûpên terorîstî yên nav vî welatî girtine û alîkariyên abûrî û çek û sîlahî dane terorîstan.