Îlon 30, 2015 18:24 Asia/Tehran
  • Almanya: Ji ber şerê tirkan bi kurdan re  avakirina 'herêma ewlehiyê li bakûra Sûriyê' ne mumkin e

Seroka wezîrên Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku ew pêşniyara Tirkiyê ya avakirina ‘herêma ewlehiyê' li bakurê Sûriyê wekî feraseteke baş nabînin.

Li gorî ragihandina Sputnîkê, Merkel derbarê pêşniyara Tirkiyê ya avakirina ‘herêma ewlehiyê' li bakurê Sûriyê de axivî.
Merkel got: ‘Ji ber ku tirk bi kurdan re şer dikin ev tişt niha ne mimkûn e. Herwiha heke ‘herêma ewlehiyê' bête avakirin jî divê ji bo ewlehiya sivîlan garantî were dayîn.
Merkel diyar kir ku ‘herêma ewlehiyê' ji bo sînorên Tirkiyê divê pêwist bê dîtin; lêbelê divê rewşa sed hezaran welatiyên sûrî were nîqaşkirin û pirsgirêka ewlehiya wan were çareserkirin.
Merkel dawiya axaftina xwe de got: ‘Dibe ku tiştek wiha bê qebûlkirin; lê ji ber ku tirk bi kurdan re şer dikin, niha eva ne mimkûn e.
Piştî serkevtinên kurdên Sûriyê li hemberî grûpa terorîstî ya DAŞ'ê hikûmeta Tirkiyê pêşniyar kir ku li bakura Sûriyê û nêzîkî sînorê Tirkiyê devereke ewlehiyê were danîn ku ji aliyê gelek welatên hevpeymanê Tirkiyê ev pêşniyara nehatiye pejirandinê.