Îlon 30, 2015 17:53 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê hewldide li gelek deverên kurdî yên vî welatî sindoqên hilbijartinê daneyne

Piştî ku hikûmeta Tirkiyê ragihand ku li gelek bajar û deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkiyê sindoqên hilbijartinê danayne, ragihand ku biryar daye li navçeya Surê ya Amedê jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar daye sinqoên hilbijartinê yên li 9 taxan, ji ber hinceta 'ewlekariyê' nayên danîn.

Ajansa Sputnîkê ya Rûsyayê li gor zanyariyên navçê li Tirkiyê ragihand ku serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Amed Sûrê, li ser serlêdana Qeymeqamiyê biryar da ku li hin herêmên navçeya Sûrê, ji ber hinceta 'ewlekariyê' wê sindoq neyên danîn.
Serokatiyê biryar da ku 57 sindoqên li taxên Cemal Yilmaz, Suleyman Nazîf, Alî Paşa, Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîh Paşa, Savaş, Hasirli û Îskender Paşa yên navçeyê neyên danîn.
Rêxistina HDPê ya navçeya Sûrê jî ragihand ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin
Berî vê yekê jî çavkaniyên ewleiyê û hikûmetî yên Tirkiyê ragihandibûn ku li Sîlopî, Cizîr, Colemêrg û Şirnexê û gelek gund û taxên Geverê de jî biryar hatiye dayîn ku sindoqên hilbijartinê neyên danîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku li gelek tax û gundên Geverê sindoqên hilbijartinê neyê danîn.
Hat ragihandin ku piştî Sîlopî, Cizîr, Colemêrg û Şirnexê derbarê gelek gund û taxên Geverê jî biryar hat dayîn ku sindoqên hilbijartinê wê bibin navenda navçeyê.
Her wiha tê zanîn ku li Farqîn, Tetwan û Bedlîsê jî Lijneya Hilbijartinê xwestibû ku sindoq neyê danîn lêbelê ev daxwazî nehatbû qebûl kirin.
Hejî gotinê ye ku karzanên siyasî bal dikişînin ser van hewldanên hikûmetê Enqerê û dibêjin hedefeke hikûmetê ji ber dewamî û îsrara ser şêr rakirina sandoqên dengan li deverên kurdî ne ji bo ku HDP nikare ji baraja sedî 10 derbas bibe.