Birîndabûna 5 zarokên din di encama teqînekê li başûra rojhilata Tirkiyê
Îlon 30, 2015 16:42 Asia/Tehran
Di encama teqîna bombekê li devera Sûr a wilayeta Diyarbekirê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor rapora malpera Axar Az ji zarê çavkaniyên Tirk, çavkaniyên ewlekariyê yên Tirkiyê ragihandine ku di encama teqînekê li bajarê Tatwana wilayeta Bitlîsê di encama teqînekê li ser riya karwanê leşkerî yê Tirkiyê 5 leşker bi giranî birîndar bûn.Rayedarên Tirkiyê dibêjin danîna vê bombê karê PKK ye .
Pêvajoya çareseriya pirsa kurd ku ji Kanûna 2012'an despê kiribû li Tîrmeha îsal (2015) di encama teqîna terorîstî ya ku grûpa terorîstî DAIŞ'ê ew girte sikura xwe 32 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan, lê hikûmeta Enqerê dewsa êrişa ser vê grûpa terorîstî, êrişî ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê kir û bi vî awayî agirbeta du salî ya di navbera vê partiyê û Tirkiyê ji nav çû û pêvajoya çareseriya pirsa kurd û muzakireyên aştiyê di navbera dualiyan hate rawestandin, ji wê demêşerekî giran di navbera artêşa û hêzên ewlehiya Tirkiyê û PKK'ê despê kiriye ku di encama vê yekê ji her du aliyan gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne û heta gelek kesên sivîl yên wek jin û zarokan jî di encama van şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.