Îlon 30, 2015 12:59 Asia/Tehran
  • Azadiya 16 karkirên welatiyê Tirkiyê li Iraqê

16 Karkirên Tirkiyê ku meha buhurî li Iraqê hatibûn revandinê, hatin azadkirin.

Li gorî rapora rojnama Milyet çapa Tirkiyê, Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê ku bona beşdariya li civîna giştî ya NY li Niyoyorkê ye, ragihand ku karkirên hanê li Iraqê radestî balyozê Tirkiyê li Bexdayê hatine kirin.
Dawûdoglû ragihand ku karkirên hanê di tam silamet in û wî bi riya telefonê tev hinek ji wan jî xeber daye.
Serokwezîrê Tirkiyê got ku kiryarên pêwîst tên kirin ku ew destxwe vegerin Tirkiyê.