Rojnama Zaman: Obama daxwaza Erdogan a hevdîtinê qebûl nekir
Îlon 30, 2015 12:10 Asia/Tehran
Parlemanterekî berê yê Tirkiyê ragihand ku serokomarê Tirkiyê bi vê hegerê ku Obama dema hevdîtinê nedaye wî, neçû New Yorkê.
Li gorî rapora rojnama Zaman çapa Tirkiyê, Lutfî Turkxan parlemanterê berê yê Tirkiyê ragihand ku wezareta karên derve ya Tirkiyê tevî hewldanên xwe nekarî ji Barak Obama serokomarê Amerîkayê dema hevdîtinê bo Receb Teyîb Erdogan wergire.Wî got: Koşka Sipî bi caran daxwaza wezareta karên derve ya Tirkiyê bo hevdîtina serokomarên Amerîka û Tirkiyê ret kiriye.
Lutfî Turkxan li rûpela xwe ya Tiwîtterê nivîsî: Serokên welatên cîhanê, Amerîka, Ûrsêt û Îran li bara pêşeroja Sûriyê li bajarê New Yorkê gotûbêjê dikin, lê Tirkiye ku mazûvanê 2.5 milyon penaberên sûrî ye, li muzakireyên hanê amade nîne.
Heftêyemîn civîna civata giştiya NY ji roja duşemê va bi xeberdana sêkrêtê giştî yê NY û rayedarên pilebilind ên welatên curbicur destpê bûye.