Îlon 30, 2015 10:27 Asia/Tehran
  • Kuştina bi dehan hêzên PKK'ê bi destê artêşa Tiriyê

Serokomarê Tirkiyê ragihand ku bi dehan hêzên PKK'ê bi destê hêzên ewlehiya vî welatî hatin kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters'ê, Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê, duh êvarê ragihand ku hêzên ewlehiyê di encama operasyonên li başûr û rojhilata Tirkiyê û bakûra Iraqê da zêde ji 30 endamên PKK'ê kuştin.
Li gorî vê raporê, Erdogan desnîşan kir ku hêzên ewlehiya Tirkiyê operasyona xwe dijî PKK'ê li nav û derveyî welêt yê bidomînin.
Artêşa Tirkiyê jî duh bi daxûyaniyekî ragihand ku di encama operasyonekê li wilayeta Hekariyê li başûra rojhilata vî welatî da 6 hêzên PKK'ê hatin kuştinê.