Du polîsên Tirkiyê hatine kuştin
Îlon 29, 2015 11:32 Asia/Tehran
Karbidestên Tirkiyê ragihandin ku ji ber êrişên PKKê ser bajarê Adanayê 2 polîs hatine kuştin.
Li gor rapora ajansa Dogan, Mustefa Bûyok qayîmmeqamê bajarê Adanayê got: Ji ber êrişên endamên PKK ser pêgehekî polîs , polîsek hema li wê derê can da û polîsê birîndare din jî li ser riya gehandina bi nexweşxanê hate kuştin.Mustefa Bûyok destnîşan kir, Endamên PKK piştî vê êrişa terorîstî revîn.
Piştî agirbesekî du sal û nîvî dinavbera artêşa Tirkiyê û endamên PKK, şerê wan ji meha Joyiyê destpê bûye.
Êrişên PKK ser pêgehên polîsê Tirkiyê li bajarên curbicure vî welatî û êrişên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK her roj berdewamin û ji ber van şer û pevçûnan her roj hinek ji endamên PKK û eskerên Tirkiyê têne kuştin.
Gor rapora medyayên Tirkiyê hema ji dema ku agirbeşa dinavbera PKK û artêşa Tirkiyê hatiye hilanîn 150 eskerên Tirkiyê û 1300 endamên PKK hatine kuştin.
Partiya Demokratîka Gelan ragihhandiye ku siyasetên AKP bûye sebeba destpêbûna şer û pevçûna dinavbera PKK û artêşa Tirkiyê.
Ev çer û pevçûnane li halekê di nav Tirkiyuê da zêde dibin ku qirare 1 Novambrê hilbijartina pêşwext birê keve.