Îlon 29, 2015 10:55 Asia/Tehran
  • Dijwarbûna destpêkirina muzakirên aşitiyê li Tirkiyê

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê got ku destpêkirina muzakirên aşitiyê bona çareserkirina mesela kurdan ewqas hêsan serê xwe nagire.

Li gorî rapora malpera rojnama Huriyetê, Yalçîn Akdogan roja duşemê got ku ji ber pevçûnên sê mehên buhurî nikarin rehet vegerin maseya muzakirê û bi curekê reftarê bikin ku qey tiştek neqewimiye.
Akdogan got ku PKK ji pêvajoya aşitiyê istifada xirab kir û xeyanet lê kir.
Wî bal kişand ser valahiya ewlehiyê ku piştî destpêkirina şer û pevçûnan li Tirkiyê pêk hatiye û bal kişand ser êrişên PKK û got : Nikarên êrişî ser gel bikin û zext û guweşê bînin ser wan û paşê li bendê bin ku muzakirên aşitiyê destpê bikin.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê hefteya çûyî got ku heke bigihêjine destekvtên erênî îmkana destpêkirina muzakirên aşitiyê heye.
Dewleta Tirkiyê li dawiya sala 2012an tev Ebdullah ocalan êberê PKK yê di zindanê de muzakire kir da ku riyekê bona kutakirina çend dehekan şer û pevçûnên bixwîn li vî welatî peyda bike.
Li Hezîranê û piştî teqîna li bajarê Sûrûçê ya Tirkiyê muzakirên hanê hatin rawestandin.