Îlon 29, 2015 10:55 Asia/Tehran
  •  Girtina 30 kes ji kedkarên medya kurdziman li Tirkiyê

Polîsê Tirkiyê 32 kes ji kedkarên medya kurdziman girt.

Li gorî rapora Dogan newsê, polîsê Tirkiyê duşemê şevê li Diyarbekrê li başûrê rojhilata vî welatî bi êrişa ser medyayê kurdzimên 32 kes girt.
Li gorî vê raporê, li vê opersyonê bi taybet ajansa Dicle û her wiha rojnama azadiya welat ketin ber êrişê.
Tê gotinê ku polîsê rawestana li ber terorîzma Tirkiyê ew dişopandin.
Eva li halekê ye ku Tirkiye tim ji aliyê Rêxistinên nedewletî yên parzêvanê azadiya çapemeniyan tê rexne kirin.
Dewra nû ya pevçûnên navbera hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê û PKK ji du mehan berî niha destpê bû. Ev pevçûna pêvajoya aşitiyê navbera dewleta Tirkiyê û kurdan ku ji dawiya sala 2012an bona kutakirina pirsgirlak ku ku bû sedema kuştina zêde ji 40 hezar kesan ji destpêka sala 1984an destpê bibû kuta kir .