Îlon 28, 2015 22:21 Asia/Tehran
  • Li Silopiyê leşkeran dîsa jineke din  a kurd kuşt

Li gori malpera Rojnewsê îro nêzîkî êvarê li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê jina 23 salî ya bi navê Latîfe Tûtûk ji aliyê leşkeran ve hat kuştin.

Jina 23 salî ya bi navê Latîfe Tûtûk a li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê rûdine dema ji bo biçe mala cînara xwe ji malê derket, ji aliyê leşkerên li lojmanên leşkerî dimînin hat gulebarankirin.
Welatiyan Tûtûk a bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Tûtûk tevî hemû mudaxeleyan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku cenazeyê Tûtûk rakirine morga nexweşxaneyê û ji bo otopsiyê wê rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Heya niha leşkerên tirk gelek kesên sivîl bê ti tirs û xufekê kuştine ku gelek ji wan jin û zaeok in.