Îlon 28, 2015 21:28 Asia/Tehran
  • Kurd dibistanan boykot dikin

KCDê ji bo ku bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî bangewazî kiribû ku hefteyek dibistanan bêtê boykotkirin.

Li ser bangewaziya KCDê ya ji bo bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî hefteyek dibistanan boykot bikin, li gelek dibistanên bajar û navçeyên Kurdistanê xwendekaran neçûn dibistanan û dibistanan boykot kirin.
KCDê ji bo bal bikşînin ser perwerdehiya zimanê zikmakî bangewazî kiribû ku hefteyek dibistanan bêtê boykotkirin.
Li ser vê bangewaziyê gelek saziyên sivîl, sendîqe û derdorên din piştgirî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo balê bikşînîn ser perwerdehiya zimanê zikmakî divê dibistanan were boykotkirin.
Piştî bangewaziya KCDê û piştgiriya derdoran îro destpêka serdama perwerdehiyê de gelê kurd li gelek bajêr û navçeyan zarokên xwe neşandin dibistanan û bi vî awayî dibistan boykot kirin.
Hat ragihandin ku di serî de Amed, Colemêrg, Şirnex û wekê din li Wan, Agirî, Mêrdîn, Bedlîs, Êih, Mûş û Dêrsimê gelek malbatên kurd bi ser bangewaziya KCDê zarokên xwe neşandin dibistanan.