Serokwezîrê Tirkiyê PKK û DAIŞ'ê wekî hev dizane
Îlon 25, 2015 11:00 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê ji vê yekê ku civaka cîhanî helwêstek wekî ya li dij DAIŞ'ê li hemberê PKK nagire ber xwe hêrs bû û PKK jî wekî DAIŞ'ê da zanîn.
Ajansa Anaduloyê ya Tirkiyê ragihand ku Ehmed Davûdoglu duh berî despêkirina sefera xwe ya Newyorkê de li civîna nûçegihanan û çapemeniyê li balafirgeha Enqerê de got: Pêwîst ecivaka cîhanî lihemberî gişt şikl û formên terorîzmê, helwêsteke wekhev ber çav bigire. Davûdoglu got: Ji Tirkiyê re terorîzmê ti sînoreke xwe ya olî û etnîkî tine.Serokwezîrê Tirkiyê vê gotinê li rewşekê tîne ser zarê xwe ku welatê wî bi taybetî hikûmeta bin destê wî piştgirekî sereke yê DAIŞ'ê bû û niha jî wer xuya dike neyariya hikûmeta Enqerê li hemberî DAIŞ'ê formalît ye û hikûmeta AKP'ê li şerê li dij vê gurûpa terorîstî ku gelek cinayetên bêşermane li Iraq û Sûriyê kirine, cidî nîne.Biryar e serokwezîrê Tirkiyê li sefera xwe ya Newyorkê ji bo beşdariya li rûniştina Civaka Giştî ya Rêxistiina Netewên Yekbûyî, wê li rûniştineke din tev serokkomarê Amerîkayê Barak Obama jî bi beşdar bibe ji bo gotûbêja ser terorîzmê.
Artêşa Tirkiyê eva çend dehek in bi hêzên PKK re şer dike ev şerana du salan hatibûn rawestandinê lê di encama êrişa balafirên Tirkiyê ser pêgehên PKK, agirbesta di navbera wan têk çû û şerê wan dîsa despê kir.