Îlon 25, 2015 10:23 Asia/Tehran
  • Erdoxan eşkere dev ji helwêstên xwe yên berê li hemberî Sûriyê berda

Serokkomarê Tirkiyê bi eşkere dev ji helwêstên xwe yên berê li hemberî Sûriyê berda û ragihand ku imkana beşdariya serokkoamrê Sûriyê, Beşar Esed li pêvajoya siyasî ya Sûriyê heye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyana Fransayê, li halekî ku serokkoamrê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan hertim ji destpêka pêkhatina qeyrana Sûriyê heta niha tevî piştgiriya xwe ya eşkere ji komên terorîstî û çekdar ên dijî hikûmeta Sûriyê, dijberiya xwe ya eşkere ligel Beşar Esed nîşan dabû, roja pêncşemiyê vegereke siyasî pêk anî û helwêst û nêrînên xwe yên teze li bara qeyrana Sûriyê û rola Beşar Esed ji bo bidawîanîna vê qeyranê anî zimên.
Li ser esasa vê raporê, serokkomarê Tirkiyê di rastiyê da tevî itirafa bi vê yekê ku li bara Sûriyê û dewleta Beşar Eesd siyaset û helwêstên wî serê xwe negirtine û ew bê encam bûne desnîşan kir ku imkana beşdariya serokkomarê Sûriyê li pêvajoya veguhestina desthilatdariya vî welatî heye.
Di eynî demê da serokkoamrê Tirkiyê idia kir ku dê ti roleke Beşar Esed li pêşeroja siyasî ya Sûriyê tunebe.
Receb Teyib Erdoxan ku piştî birêxistina nimêja cejna pîroz a Qurbanê bersiva pirsên nûçegihanan dida, encamên sefera xwe bo Moskoyê û hevdîtina ligel serokkomarê Rûsayayê, Vêladîmîr Pûtîn rave kirin û ragihand ku komxebatek bi çavdêriya wezareta karên derve yê du welatan ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê hatiye damezirandin.