Jinavbirina pêgehên PKK`ê li Hekariya Tirkiyê
Îlon 24, 2015 16:48 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê ragihand ku pêgeh û veşartgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li parêzgeha Hekariyê ji nav birine.
Li gorî rapora malpera kanala têlêvîzona TRT`ê, serokerkantiya artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Pêgeh û veşartgehên PKK`ê li herêma Daxlîcaya parêzgeha Hekariyê ku ji pêş va hatibûn naskirin, di encama operasiyona esmanî ya artêşa Tirkiyê da ji nav çûn.Çavkaniyên ne fermî jî ragihandin ku 7 kes ji şervanên PKK`ê ku ji pêgehên partiyê li bakûrê Iraqê derketine, li deriyê sînorî yê Xabûrê xwe teslîmî hêzên dewleta Tirkiyê kirine.
Hêzên dewletê yên Tirkiyê du endamên PKK`ê ku bombeyên bidestçêkirî bi xwe ra hebûn li devera Nisîbînê li parêzgeha Mêrdînê, endamekî çekdar ê PKK`ê li beşa Olodereya parêzgeha Şirnexê û endamek din jî li beşa Şemdînliya parêzgeha Hekariyê girtin.
Pevçûnên di navbera PKK`ê û hêzên artêşa Tirkiyê ji du mehan berî niha ve ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li Iraqê û hinek ji beşên Tirkiyê dan ber êrîşan, gurr bûne.