Îlon 24, 2015 16:01 Asia/Tehran
  • Êrişa PKK'ê ser hêzên ewlehiya Tirkiyê

Di encama 2 êrişên cuda yên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li rojhilata Tirkiyê da, 5 serbazên vî welatî birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera rojnama Zaman çapa Tirkiyê, maşîna hêzên taybet ên polîs şeva buhurî li wilayeta Bîngolê kete ber êrişa bi rokêtan a endamên PKK'ê ku di encamê da 3 polîs û sivîlek birîndar bûn.
Hema şeva buhurî di encama êrişekî cuda li navenda pompaja avê li bajarê Sêrtê da jî herî kêm 2 serbaz birîndar bûn.
Bi dû êrişa têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKK'ê da piştî agirbesekî 2 salî destpê bûn û ji wê demê vir da her roj şer û pevçûn di navbera her du aliyan da derdikevin û delweta Tirkiyê li gellek deverên kurdnişîn ên vî welatî rewşa awarte û leşkerî ragihandiye.