Îlon 24, 2015 14:04 Asia/Tehran
  • Erdogan: Mesela penaberan bi kuştina wan di avên azad da safî nabe

Welatên ewropî bila bizanin ku pê girêdana sînorên xwe ser van insanan û kuştina wan di avên azad da yê meseleya penaberan çareser nebe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê Anatoliyê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê ku li serokatiya taximek derecebilind a rayedarên Tirkiyê çûbû Moskowê, bilî pişkdariya li vekirina mizgevta Camê ya vî şarî, bi Viladimîr Pûtîn serokomarê vî welatî ra jî hevdîtin pêk anî. Erdogan li axavtina xwe li merasima vekirina mizgevta Camê ya Moskowê got: Lêon Tolistoy nivîskarê navdar ê ûris hevokekî navdar heye ku dibêje: Hewldana herî girîng li jiyanê, hewldana bo pêkanîna qenciyê ye. Ez bi vê gotinê bang li tevayê welatên cîhanê xasma yên ewropî û dewlet û miletan dikim.
Wî li dewama xeberdana xwe got: Ji ber vê yekê bû ku me 2 milyon penaberên sûrî û iraqî bêyî şikek piçûk wergirtin. 4 sal e ku em ser axa xwe xizmetguzariya penaberên sûrî û iraqî dikin û me ew kirine mêvanê welatê xwe. Welatên ewropî bila bizanin ku pê girêdana sînorên xwe ser van insanan û kuştina wan di avên azad da yê meseleya penaberan çareser nebe. Ji bo ku meseleya penaberan çareser bibe, divê welatê wan careka din bibe warê jiyanê.
Erdogan her wiha got: Tolistoy li kitêbekî din dibêje: Agirê ku bi nêta xirab hatibe vêxistinê, yê tevayê gund bigire ber xwe. Bûyerên ku em li Rojhilata Navînê dibînin divê li gorî vê hevokê binirxînin. Pevçûnên ku li Rojhilata Navînê hene di rastiyê da hewldanekî rezîl in ji bo têkbirina çand, dîrok û rastiyên civakî yên gelên vê navçeyê.