Erdoxan hewil dide ku peywendiya Tirkiyê ligel Rûsyayê biparêze
Îlon 24, 2015 12:55 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan hewil dide ku peywendiyên Enqere-Moskoyê biparêze.
Li gorî rapora îro pêncşemiyê 24`ê îlona 2015`an a IRNA`yê, rojnameya Cumhuriyeta Tirkiyê bal kişande ser sefera roja buhurî ya Erdoxan bo Rûsyayê û hevdîtina ligel serokkomarê Rûsyayê, Viladîmîr Pûtîn û nivîsî: Serokkomarê Rûsyayê, Viladîmîr Pûtîn di hefteyên dawî da piştgiriya xwe ji serokkomarê Sûriyê, Beşar Esed ragihndiye û ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê aciz û hêrs bûye.Peywendiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê ji ber nakokiyên ciddî yên du aliyan li bara mijara Sûriyê di salên dawî da wek berê germ û nêzik nine.
Peywendiyên aborî di navbera du welatan da jî ji ber vê yekê kêm bûye û Rûsyayê dev ji beşdariya li hinek ji planên girîng ên nift û gazê ji riya Tirkiyê berdaye.