Şêwirmendê Dawûdoglu: Erdogan bi xwe pêvajoya muzakirên aştiyê sekinand
Îlon 24, 2015 07:24 Asia/Tehran
Şêwirmendê derecebilind ê Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê berwext ê Tirkiyê got: Pêvajoya muzakireyên aştiyê piştî gotinên Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî li bara daxûyaniya desteya Îmraliyê û taxima hikûmetê li koşka serokwezîrtiyê ya Dolmabaxçeyê bi dawî hatiye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê Time Turkê, Etem Mehcûbiyan, mişêwirê derecebilind ê Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê demkî yê Tirkiyê her wiha ragihand, "nebûna nêzkatiyê di navbera hikûmetê û PKK'ê da zef eşkere û zelal bû. Ji ber ku xwediyê sereke yê pêvajoya muzakireyên aştiyê ne PKK'ê û ne Evdile Ocalan serokê hepsî yê PKK'ê bû. Pêvajoya muzakireyên aştiyê siyasetek bû ku tam bi daxwaz û viyana hakimiyeta Tirkiyê pêş da çûbû. PKK her biryarekî bide, her karekî bike, ev pêvajoya tenê yê bi biryar û daxwaza AKP'ê pêş da here. Kesê ku bû sedema bidawîhatina pêvajoya muzakireyan Erdogan bû."Mehcûbiyan li dewama xeberdana xwe got: Nabe mirov ji bîr bike ku di pêvajoya muzakireyên aştiyê û agirbesê da, PKK'ê nijyarekî ewlehiya giştî ava kir ku sîstemek dişopand ku ser bingeha şîdet û zordariyê bû. Ji hêla din va Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) jî siyasetên dijî AKP'ê pêş da bir û heta astekê di vê riyê da serkevtî bû. PKK'ê pêvajoya muzakireyên aştiyê wek darê desta bi kar anî. Di rastiyê da biryara Erdogan bertekek li hemberî vê bikaranîna narewa bû.
Şêwirmendê derecebilind ê serokwezîrê Tirkiyê li dawiyê got: Carek din divê ji bo çareseriyê bera xwe bidin Evdile Ocalan serokê hepsî yê PKK'ê. Tenha kesê ku yê bikaribe rewşa niha çêtir bike Evdile Ocalan e. Loma kesê ku dê careka din pêvajoya muzakireyên aştiyê vejîne jî yê Ocalan bi xwe be.