Sêkrêtêrê giştî yê NATO'yê: Êrişekî têrorîstî nabe ku çareserkirina biaştiya pirsgirêkên welatekî asteng bike
Îlon 23, 2015 18:25 Asia/Tehran
Sêkrêtêrê giştî yê NATO'yê got ku êrişekî têrorîstî nabe ku çareserkirina biaştî û siyasî ya pirsgirêkên welatekî astengiyan saz bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê ajansa nûçan a Haber 7, Yêns Istoltênbêrg, sêkrêtêrê giştî yê NATO'ê, li axivtinekê got: êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê pêvajoya muzakireyên aştiya kurdan û tirkan ku li Tirkiyê berdewam bû, xistiye ber xeterê.Wî her wiha got: Her welatekî mafê xweparastinê heye Tirkiye jî di nav da heqê wê ye ku xwe biparêze. Lê ev welata divê di çarçoveya kifşkirî ya têgeha berevaniyê da pêngavan rake û bêyî ku pêwîst be êrişên xwe berfire neke û rewşê xirabtir neke.
Yêns Istoltênbêrg ragihand: Êrişekî têrorîstî nabe ku çareserkirina biaştî û siyasî ya pirsgirêkên welatekî astengiyan saz bike.
Yêns Istoltênbêrg desnîşan kir ku Tirkiye bêyî NATO'yê jî dikare xwe biparêze. Ez fikir nakim Tirkiye li êrişa ser DAIŞ'ê pişkdariyeke berfire li hevalbedniya navnetewî ya dijî vê komê bike. Tirkiyê artêşekî zef mezin heye, loma di pêşerojeke nêzîk da piştgiriya leşkerî ji Tirkiyê ji hêla NATO'yê va nakeve rojevê.