Îlon 23, 2015 12:24 Asia/Tehran
  • Bijartian du wezîrên nû dewsa wezîrên istifakirî yên dewleta Berwext a Tirkiyê

Serokwezîrê dewleta berwext a Tirkiyê du wezîrên nû danîn dewsa wezîrên istifakirî yên Yekitiya Ewrûpayê.

Li gorî rapora malpera televîzyona TRT a Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu, Cunêyd Dûzyol danî ser posta wezîrê pêşxistinê û Berîl Dedeoglu danî ser posta wezareta karûbarên Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê.
Cunêyd Dûzyol wezîrê nû yê pêşxistinê li dewleta berwext a Tirkiyê pêştir cîgirê wezîrê pêşxistinê bû.
Berîl Dedeoglu wezîra nû ya karûbarên Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê li dewleta berwext a Tirkiyê jî ku mamsoteya aboriyê li zanîngehên Tirkiyê ye, sibata 2012 ji aliyê Ebdullah Gul serokkomarê Tirkiyê ve bû endama civata hîndekariay bilind a Tirkiyê.
Ew her wiha endama taxima aqilmendan bû ku bona çavdêriya ser pêvajoya çaresrkirina mesela kurdan li Tirkiyê pêk hat.
Muslim Dogan û Elî Heyder Konca ji nunerên HDP li parlimana Tirkiyê ku li dewleta berwext a Tirkiyê wek wezîrê pêşxistinê û wezîrê karûbarên Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê bûn piştî gurrbûna pirsgirêka navbera vê partiyê û dewleta Tirkiyê duh dev ji posta xwe berdan.